Yuksel Baran tahliye bû

  • 11:07 29 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Şaredara Rezanê ya berê Yuksel Baran ji doza dihat darizandin tahliye bû.
 
Şaredara berê ya Rezanê Yuksel Baran a di 23'yê Hezîranê de hat girtin û endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Ercan Arslan û Hamîde Yuksel, yên bê girtî dihatin darizandin, ji ber xebatên siyasî bi sûcê "Rêxistin ava kirine û bi rê ve birine" û "Endamên rêxistinê ne" dihatin tewanbarkirin. 3'yemîn danişîna dozê hat dîtin.
 
Yukselê tahliye bû
 
Danişîna li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Yukselê û parêzerê wê amade bûn. Yukselê bi kurdî parastina xwe ya berê dubare kir û tahliyeya xwe xwest.
 
Dozger piştre mutalaya xwe da û xwest girtina siyasetmedaran dewam bike. Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê biryara xwe da û bi şertê "Kontrola edlî" Yukselê tahliye kir. 
 
Ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin, doz taloqî meha Nîsanê kirin.