Yuksel Baran tahliye bû 2017-12-29 11:07:15   AMED - Şaredara Rezanê ya berê Yuksel Baran ji doza dihat darizandin tahliye bû.   Şaredara berê ya Rezanê Yuksel Baran a di 23'yê Hezîranê de hat girtin û endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Ercan Arslan û Hamîde Yuksel, yên bê girtî dihatin darizandin, ji ber xebatên siyasî bi sûcê "Rêxistin ava kirine û bi rê ve birine" û "Endamên rêxistinê ne" dihatin tewanbarkirin. 3'yemîn danişîna dozê hat dîtin.   Yukselê tahliye bû   Danişîna li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Yukselê û parêzerê wê amade bûn. Yukselê bi kurdî parastina xwe ya berê dubare kir û tahliyeya xwe xwest.   Dozger piştre mutalaya xwe da û xwest girtina siyasetmedaran dewam bike. Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê biryara xwe da û bi şertê "Kontrola edlî" Yukselê tahliye kir.    Ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin, doz taloqî meha Nîsanê kirin.