Di çalakiya li Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin

  • 16:35 24 Kanûn 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" 411 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, di êrîşa polîsan de 5 çalakvan hatin binçavkirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji bo vegerin karê xwe dane destpêkirin, 291 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" kuji bo her du hîndekaran hatiye destpekirin 411 roj e dewam dike. Li gel astengiyên polîsan jî çalakî dewam kir.
 
Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan çalakiyê pêk bînin, polîsan êrîşî wan kir û 5 kes binçav kirin. Çalakvanên li maşîneya binçavkirinê hatin sîwarkirin,  li deriyê maşînêyê dan  û çalakiya xwe dewam kirin.