Gelên Kobanê:Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye
- 15:59 24 Kanûn 2017
- Rojane
KOBANÊ-Bi armanca daxwaz azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan gelên herêma Firatê meşek e girseyî li dar xistin.
Bi hezaran gelê kantona Kobanê û bajarê sirînê yê herêma Firatê bi armanca daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan meşek e girseyî li dar xistin. Meş bi pêşengtiya saziyên Civaka Sivîl û bi tevlîbûan YPJ/YPG'e, saziyên Rêveberiya xweser, kongira Star,TEV-DEM û bi hezaran welatiyên herêma Firatê pêk hat. Di meşê de alên PKK'ê ,YPJ/YPG'e ,TEV-DEM,Kongira Star, PYD û Ciwanên Rojava û pankêrtên `Bê Serok Jiyan Nabe", " azadiya Rêber Apo Azadiya me ye" hatin hilgirtin. Meş ji qada jina Azad û heta qada Şehîd Egîd bi dirûşmên " Bê serok jiyan nabe" dewam kir.
Meş li qada şehîd Egîd hat rawestandin û bi deqeyek rêzgirtinê ji nû ve hat destpêkirin. Paşê li ser navê federasiyona Bakurê Sûriyê Ferhad Dêrik û li ser navê TEV-DEM'ê jî Eyîşe Efendî axivîn.
Eyîşe diyar kir ku tu hêz û dewlet nikare Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocelan û gel ji hev qut bike, gelê azadiya xwe heta dawî wê bi azadiya Rêberê xwe bang bikê.
Meş bi dirûşmên " Bê serok jiyan nabê" bi dawî bû.








