Jinên girtî tecrît protesto kirin
- 15:39 24 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Girtiyên jin ên li girtîgeha Bakirkoyê, ji bo ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalna şermezar bikin 3 hefte ne ku dernakevin hevdîtina bi telefonê.
Girtiyên jin ên li girtîgeha Bakirkoyê, ji bo ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalna şermezar bikin biryara ku dernekevin hevdîtina bi telefon dan. Girtiyên PAJK'ê ku 3 hefte ne ku dernakevin hevdîtina bi telefonê ragihandin ku bila tecrîta li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û şet û mercên wî bên başkirin.








