Bertekên li dijî potên yek reng zêde dibin
- 15:32 24 Kanûn 2017
- Rojane
Berîtan Canozer
STENBOL - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran li dijî ferzkirina îşkenceya potên yek reng ên ligrtiyan bertek nîşan da û got ku ferzkirina potên yek reng li girtiyan provokasyona hikûmetê ye. Ayşe anî ziman ji pêkanînên li dijî vê ferzkirinê hikûmet berpirsiyar e.
Di çarçovyea KHK'a bi hejmar 696 de ku di rojnameya fermî de hat weşandin ferzkirina "potên yek reng" ku li girtiyan tê ferzkirin hat qanûnîkirin. Li gorî vê girtiyên ku tevli daneşîna doza xwe bibin divê tulumên ji rengê behîvên hişk li xwe bikin. Serokê AKP'ê Erdogan di çarçovya vê pêkanînê de diyar kir ku ji bo jinan jî tiştekî cuda difikriin û pêkanînên li Guantanamoyê bi bîr xistin.
'Wê kesêk bêdeng nemîne'
Parlamentera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li dijî ferzkirina îşkenceya potên yek reng ên ligrtiyan bertek nîşan da û got ku ew vê pêkanînên hem ji Tirkiyeya salên 80'yan û hem jî ji mînakên wê yên li cîhanê nas dikin. Ayşe wiha got: "Ferzkirina potên yek reng a li girtiyan provokasyona hikûmetê ya li dijî girtiyan e. Me berê jî berteka girtiyan a li dijî vê pêkanînê dîtibû, wê girtî vê qet qebûl nekirin . Ji tişta bê jiyîn hikûmet berpirsiyar e."
' Potên yek reng îşkence ye'
Seroka ÎHD'a Stenbolê Guseren Yolerî jî got ku ferzkirina potên yek reng sûcê mirovahiyê ye û ev tişt got: "Ev pêkanîn Îşkence ye." Gulseren pêkanîna potên yek reng a li cîhanê bi bîr xist û destînşan kir ku hikûmet bi ruhê nefrt û tolhildanê ev pêkanîn aniye. Golseran diyar kir ku pêkanînek bi vî rengî bi riya KHK'ê mirov dike fikaran û wiha got: "Pêkanînek bi vî rengî ji aliyê Komîsyona OHAL'ê ve bêyî ku ji meclisê re bê pêşkêşkirin tê wateya ku îşkence bi destê dewletê tê kirin."
'Em ji tişta bê jiyîn bi fakar in'
Gulseren got ku dewlet bi zanebûn kaosê pêk tîne û di dawiya axafitna xwe de wiha got: "Divê ku ev ferzkirin demildest bê îptalkirin. Ev îlana Îşkenceyê ye û em piştî vê ji tişta ku wê li girtîgehan pêk bê bi fiara in. Ev biryarek ku nayê qebûlkirin e. Divê ku her kes li dijî vê biriyarê dengê xwe bilind bike û qebûl neke."








