Li Goristana Xerzanê wêneyên şermê

  • 14:20 24 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Wêneyên Goriystana Xerzanê ya ku 267 PKK'yê lê hatibûn definkirin ku bi talîmata Dozgeriya Bedîlsê hat hilweşandin hatin weşandin. Li goristana ku hat hilweşandin hîna şopên tekerê kepçeyan heye.
 
Ji goristana Xerzanê ya li gundê Olaka Jorîn ê Tatwana Bedlîsê ye cenazeyê aîdê 267 pekekiyan, piştî qedexeya derketina derve ku hat îlankirin bi operasyona ku hat kirin ji goristanê hatibûn derxisitn û şandibun Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ajansa Mezopotamyayê (MA) wênêyên goristana ku hatiye hilweşandin weşandin.
 
Kevirên goran hatine parçekirin
 
Li goristana ku bi sedan cenaze di dîrokên cuda de lê hatine definkirin, avahiya pirtûkxaneyê ku înşakirina wê qedandin, mizgef û dîwarên goristanê bi bi giştî hatine hilweşandin. Li goristana ku tê gotin berî bi heftiyekê cenaze jê hatine derxistin hîna şopên kepçeyên ku ketine goristanê xuya dikin.
 
Ji malbatan re agahî nehat dayîn
 
Cenazeyên ku ber ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve testa wan a DNA'yê hatibû kirin û radestî malbatibûn kirin sedema carekedina şandina wan a Saziya Tipa Edlî nehat zanîn û di vê derbarê tu daxuyaniyek nehat dayîn. Derbarê cenazeyande ji malbatên wan re tu agahî nehatiye dayîn û Dozgeriya Bedlîsê jî derbarê mijarê de "Biryara astengkirinê" derxist.