Ji hevdîtina jinan çend têbinî...

  • 13:57 24 Kanûn 2017
  • Rojane
Berîtan Elyakut 
 
AEMD - Gelek jinên kurd ku bi dirûşma 'Jinên kurd pêvajoyê dinirxînin' hatin gel hev diyar kirin ku divê xebatên 'Yekitiya Neteweyî' demildest di pêşengiiya jinê de bikevin meriyetê. Jinan 'Platforma Yekitiya Jinan' jî damezrand û nexşeriya xwe diyar kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî li hev kom bûn bal kişandin ser pêdiviya bi yekitiya neteweyî û gotin ku yekitiya neteweyî ya bi pêşnegiya jinê girîng e. Herwiha jinan diyar kir ku divê gelê kurd xeta xwe ya sor ava bike. 
 
Jinên kurd ên ku li Demîr Otel a li Amedê kom bûn ku di nav wan de Karsaza Kurd Ferda Cemîloglu , Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê Feleknas Uca, aktîvîsta jin Gulten Kaya, Rojnameger -nivîskar Nurcan Baysal, Endama Lijneya Rêveberiyê ya Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, hunermenda kurd Mizgîn Tahir û aktîvîsta jin Duysal Karataş jî  hebû, li ser berxedana li dijî polîtîkayên tundya li ser jinê ya di çarçoveya yekitiya neteweyî de niqaş kirin.
 
Jinan hêza jinê carek din li ber çavan raxist
 
Di hevdîtina ku li Demîr Otelê bi dirûşma "Jinên kurd pêvajoyê dinirxînin" hat lidarxistin de jin bi cil û ber gên xwe yên neteweyî tevli bûn. Li salona ku hevdîtin lê hat kirin pankarta "Em ji vir in û em li  vir in" daliqandin, Hevdtin bi axaftina vekrinê û bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî axaftina vekirin sînevizyona ku berxwedana jinan li ber çavan radixist hat nîşandan. Jinan li ser yekitiya neteweyî niqaş kirin. Niqaş herî zêde bi kurdî hatin kirin û bal hat kişandin ser girîngiya zimanê dayikê. 
 
'Divê ku Gelê Kurd xetên xwe yên sor diyar bike'
 
Parêxer û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ya di hevdîtinê de axivî diyar kir ku wê di sala 1995'an de ji ber ku di nivîseke nivîsiye de gotina 'Kurdistan' bi kar aniye hatiye girtin. Eren anî ziman ku ew dema girtî bûye di navbera PKK û PDK'ê de şer hatibû destpêkirin, vî şerî jî ew gelek êşandiye û axafitna xwe wiha berdewam kir: "Ez wekî jineke kurd dibêjim ku divê kur yekitiya xwe ava bikin. Hemû kes ne mecbûr e ku wekî hev bifikirin, lê yekitî girîng e. Di serdema Seytî Rirza û Şêx Saîd de PKK tune bû lê dewletê bi heman rengî hebûna xwe berdewam dikir. Kesên ku Tirkiyeyê rêve dibin her çend ku bi hev re nakokiyan bijîn jî ji bo xetên xwe yên sor tên gel hev û dibin yek. Ji ber vê divê ku xetên sor ên kurdan jî hebin. Dema ku kurd bi hev re pev diçin ji vê pevçûnê zarara herî mezin jinên kurd dibînin. Em hemû bi pêvajoyeke ne diyar re rûbirû ne. Lê divê ku em heviya xwe winda nekin ji xetên xwe yên sor tawîzê nedin û ji bo vê jî divê ku jin pêşengiyê bikin. Divê ku em li ber xwedana jinên kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane xwedî derkevin."
 
'jin hêvê didin'
 
Piştî axafitna Eren Keskîn her jina ku axivî diyar kir ku parçavbûna kurdan li dijî yekitiya wan asteng e û yekitiyeke neteweyî ya di pêşengiya jinan de girîng e.
 
'Mifeteya yekitiyê di destê jinê de ye'
 
Di hevdîtinê de jinan bi bîr xist ku divê zimanekî hevpar hebe û di vî warî de jî bi taybetî divê çapemenî zimanekî aştiyane bi kar bîne. Endama Kongereya Îslama Demokratîk (DÎK)  Nesrîn Hîlal Şanli ya ku mafê axafitin êgirt jî diyar kir ku gelê bakurê Kurdistanê bi asîmîlasyonê re rûbirû hatiye hiştin û li dijî vê asîmîlasonê herî zêde jinan li ber xwe daye. Nesrînê di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Em ji vê hevdîtinê dikarin hezekê derxînin holê. Ji xwe kurdan di vê serdemê de pêşketinek bi dest xistine û li gelek cihan rolan pêşengtiyê dilîzin. Lê em di warê ziman de qels in. Başûr mafê perwerdê yê bi zimanê kurdî di salên 70'yan de bi dest xist. Li Rojava çawa ku girîngiya rola jinê derket holê em dikarin vê li qadên din jî pêk bînin. Ez dixwazim ku Konferansa Ziman jî bê li darixistin.  Ez di fikra ku ji bo yekitiya neteweyî ziman girîng e de me." 
 
 'Ji bo Dayika Taybet û ji bo Cemîle yê...'
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî di axafitina xwe de diyar kir ku tê xwestin di sedsala 21'emîn de sînorên erdnîgariya Rojhilata Navîn bên guhertin û bal kişand ser zextên li ser kurdan ên çar parçeyên Kurdistanê. Feleknas diyar kir ku îktîdar ji hêza jinan ditirsin û anî ziman ku wê jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî pêşngtiyê bikin. Feleknas di berdewama axafitina xwe de wiha got: " Ji bo azadiya jinên ku dîl hatine girtin, ji bo cenazeyê Dayika Taybet ku li erdê hat hiştin, ji bo bedena Cemîleyê ku bi rojan di sarincê de hat hiştin di vê ku em bigihên encamekê û vê ji bo xwe wekî perpirsiyarî bibînin. Ger ku di vê pêvajoyê de em nebin yek em ê herin yek bi yek.  Heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Werin em wekî xwişkên hev bi destên hev biigirin û vê pêvajoyê bi rêve bibin. Ji bo ku zarokên me zad bijîn wer in em li ber xwe bidin lê bi hev re."
 
Platforma Yekitiya jinên kurd hat damezrandin
 
Jinan di dwaiya hevdîtinê de di çavçovyeya xebatên yekitiya neteweyî de de 'Platforma Yekitiya Jinên Kurd' damezrand. Di çarçoveya platformê de di hevdîtina ku gelek pêşniyar hatin niqaşkirin de 'Platforma Yekitiya Jinaên Kurd bernameya gelek xebatên ku wê di pêşerojê de bike jî danî pêşiya xwe. Platformê mijarên wekî zimanê hevpar, yekitiya neteweyî ya di pêşengiya jinan de, koferans, civîn û şopandina pêvajoya siyasî girin bernameya xwe.