Di siyasetê de di şopa mîrateya jinê de…

  • 09:14 24 Kanûn 2017
  • Rojane
‘Ji ber ez şopdara mîrateyek wisa mezinim îro girtîme, wek sedan hevalên jin yên hatine girtî..’
 
Sîbel Sutpak
 
Vê sibehê min li rupela salnameyê mêze kir û nîşeya ‘di dîrokê de îro’ bala min kişand û ev jî bû sedema ku van hevokan binivîsim. Belê ez jî di hundir de me. Wek dehezaran hevalên xwe, wek rêhevalên xwe ez jî di hundir de me. Yanî di girtîgehê de. Lê divê mirov hundir bi çar dîwaran sînor negirte. Piştî mirov bi awayekî azad firkên xwe bînin ziman,kî dikare bêje ku hundir ji çar dîwaran bi sînor e.? 
 
Ez ev im, ez ji vî rengî hez dikim, ez mensûbê vê olê me, ez dixwazim vê li xwe bikim, ez dixwazim wisa binivîsim, vê guhdar bikim, ez dixwazim bibim endamê vê partiyê, ez dixwazim bi vî zimanî biaxivim, ez dixwazim vê bixwînim, ez dixwazim vê temaşe bikim, piştî vê girîngiya ku di hundir de mayînê heye an jî li dervebûnê heye?
 
Na na ti girîngiya wê tune ye. Piştî ti tibî ha mirorv li hundir ha mirov li derve. Ti ferq tine. Belê ez jî di hundir deme.Ez di girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Hîlwana Rihayê de me. Her çiqas ez nebinim, bi hevalên bi rûmet re hema hewayê digirim; heman xwarinê dixwim, heman avê vedixwim.Ji ber ez ji Hîlwanê me ez xwediyê malê me, ez di mahcubiyeta ku wan baş bihewinîm de me.
 
Li vî weltî ji ber hilbijartinên demokratîk gelek jin niha di hundir de ne.Yek ji van jinên di hundir de ezim. Ez endama meclîsa şaredariya Hîlwanê ya xwedî rihê azadiyê ye. 
 
Yekane endama jina meclîsa Hîlwanê me û ji ber vê serbilindim.Lê ji ber sedemên ne di destê min de; yanî ji ber ez di hundir deme nekarim peywira xwe bînim cih, ji ber vê gelek xemgînim. Yekane jina hilbijarte me; ne me.
 
Di dema 1978-80’ê de  li Hîlwanê pêşketînên wek şoreşê pêk hatine û sê jinan endamtiya meclîsa şaredariyê kiriye. Yanî di wê demê de meclîsa şaredariyê  meclîsek demokratîk bû. Ji ber ji her alî gel mirovan di meclîsê de cih girtiye.  Lê pêşketina din ya mirovan kelecanî dike; cih girtina Emîne Haciyusufolgu, Duriye Kaya û Saadest Yavuzê bû.  Min mîrateya kesên bi wisa girtiye.  Ji ber ez şopdarê mîriateyek wisa mezinim, ez îro di hundir de me, wek sedan hevalên din yên jin…
 
Belê hatime hilbijartin
 
Belê di hundir de me
 
Belê eniya me vekiriye, serê me bilinde.
 
*Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê