Dayikên Şemiyê aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsî: Qazaxê wî û helbestên wî man…

  • 15:58 23 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî aqubeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 23 sal berê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, pirsin. Birayê Îsmaîl Umut Bahçecî wiha got:”Kesayeta wî ya şoreşger û rêbertiya wî hebû. Ji me re qazax, karîkatur û helbestên wî ma.”
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 665'an de li Qada Galatasarayê bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wekî her heftê pankarta "Faîl Diyar in, Winda li Ku ne?" vekerin, çarikên spî û qurnefil danîn ser pankartê û wêneyên kesên winda hembêz kirin. Dayikan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê çîroka Îsmail Bahçecî vegotin. Wêneye Bahçecî fanêreyê wî û lênûska wî ya helbestandanîn ser pankartê
 
‘Ji me re qazax û helbestên wî man’
 
Ewil birayê Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî axivî û wiha got: "Îro dewlet kuştina birayê min înkar dike. Heta niha me li vir bi dehan caran çalakî pêk anîn. Lê em tu carî negihiştin aqûbeta birayê xwe. Li pey wî helbest û karîkatorên wî man. Kurê min ê 15 sali heye min navê wî kir Îsmaîl. 665 hefteye em li vir çalakiyan pêk tînin. 15 sal in AKP li ser iktidarê ye. Ez ji AKP'ê dipirsim. Hûn dê heta kengî dengê me bibihîzin? Em dê heta kengi li vir bin? Hûn dê kengî Mehmet Agar û Tansu Çiller bidin axaftin.
 
Mirova şemiyê Meryem Bas daxuyaniya hefteyê da
 
Meryemê, diyar kir ku kesên hatin binçavkirin û windakirin ji bo li pey rastiyê bûn hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Em li qada Galatasarayê ne. Ji ber ku Tirkiye peymanên îmze kirine pêk nîne û hiqûqê nas nake. Ji ber ku mafê mirovan nayê parastin. Divê Tirkiye êdî bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Ger ku rastiya berê neyê qebûlkirin û hesab ji wê neyê pirsin, Sûcê berê bê hesab bê hiştin dîsa dê heman sûc bê kirin. Ev nîşan dide ku nêta wan heye ku heman sûcan dubare bikin. 665 hefte ne em li Qada Galatasarayê kom dibin û hesap dixwazin. "
 
Çîroka Îsmaîl hat vegotin
 
Îsmaîl Bahçeci di 24'ê Kanûna 1994’an de hat binçavkirin û piştî hat binçavkirin hat windakirin. Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê yê Beşa Çapemeniyê bû. Di heman demê de Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiye Îsmaîl Bahçecî bû. Di 24'ê Kanûna 1994'an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê tu bersîv negirtin.
 
Parlamenterê Şirnexê Mahmut Alınak, di 24'ê Çileya 1995'an de windakirina İsmail Bahçecî bir rojeva meclîsê û xwest bê dîtin. Lê dîsa tu gav nehat avêtin. Dîsa Rêxistia Efoyê û Komeleya Mafên Mirovan kampanya pêk anîn û dîsa tu encam bi dest nexistin. 23 sal derbas bûn, lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Hêj Midûrê Polîsan ê Giştî yê wê demê Mehmet Agar, Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir, Midûrê TEM'ê yê Stenbolê Reşat Altay, Serdozgerê DGM'ê yê Stenbolê Ahmet Koksal û Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu nehatin darizandin. Ev tev ji windakirina Îsmail Bahçecî berpirsiyar in. Serokwezîr Tansu Çiller, Wezîrê Karên Hundir Nahit Menteşe û Serokomarê wê demê Süleyman Demirel ji windakirina Îsmail Bahçecî berpirsiyar in.
 
Piştî daxuyanî hat dayîn Nameya Nûçegîhanên ETHA Îsminaz Temel û Havva Cuştan hat xwendin.
 
Piştî çalakiya rûniştinê dawî li çalakiyê anîn.