Rêxistinên Elewiyan 39’emîn komkujiya Meraşê bi bîr anîn

  • 13:16 23 Kanûn 2017
  • Rojane
MERAŞ - Ji bo bibîranîna 39’emîn komkujiya Mereşê rêxistinên Elewî li Komeleya Elewî ya Erenler hatin ba hev.
 
Ji bo 39’emîn bibîranîna komkujiya Meraşê  ku di dîroka 19-26’ê Kanûnê de pêk hat rêxistinên Elewî li Komeleya Elewî ya Erenler a li kuçeya Yorukselim, hatin ba hev. Ajansên Nûçeyan JIN NEWS û Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ji aliyên polîsan hat astengkirin û li ser vê yekê gel meşek girseyî li dar xist. Gelê ku meş li dar xist dirûşmên “JIN NEWS û MA dengên Elewiya ne, kes nikare wan asteng bike” berz kir. Piştre destûr hat dayin ku nûçegîhan derbasî komeleya ku dê bîranîn lê pêk were, bibin.