Ilham Ehmed: Ji bo hebûna mayinde tifaqa jinê gelek girîng e

  • 11:19 23 Kanûn 2017
  • Rojane
Rûken Goman
 
DÊRIK - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed û endama Komîteya Amedekar a şêwirê Mizgîn Ehmed di derbarê Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Em ê bi biryar û nerînên jinê derbasî kongreya 3'e mîn a Jinên Kurdistanê bibin û hebûna  xwe mayinde bikin."
 
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed di derbarê Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a ku li Rojavayê Kurdistanê li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê ya Bajarê Dêrikê ya Herêma Cizîrê ku di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd mîsogeriya yekitiya netewa  kurd e " pêk hat de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Ji bo parastin û îradeya mafê jinê, beşdarbûna jinên Kurd a vê şêwirê bûn gaveke dîrokî ye." 
 
Mizgîn diyar kir ku berî şêwirê civîn bi tevahî jin û rêxistinên siyasî, leşkerî, civakî hat çêkirin ku ji bo nerînên tevahî jinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bê girtin û li ser vê esasê derbasî kongreya 3'emîn bibin û wiha got:" Armanca me ev e ku em hemû werin ba hev û li ser pirsgirêk û zehmetiyên jinê nîqaş bikin û çareser bikin. Her wiha em ji tecrubeya hevdu feyzê bigirin û rêxistina jinan xurt bikin."
 
'Ji bo hebûna mayinde tifaqa jinê gelek girîng e'
 
Ilhamê herî dawî wiha got:"Komên çeteyan jinan hedef digirin û krîzek heye li holê ji bo ku ev bi rengekî giştî bê çareserkirin ev şêwira girîng bû. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û ji bo hebûna mayinde tifaqa jinê gelek girîng e. Divê jin di bin banekî de kom bibin û mafên xwe biparêzin."