Egitîm Senê pirsa wê xwendekar bi ku de biçin?
- 09:07 23 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Wezîrê Perwerdê Îsmet Yilmaz der barê guherînên bicihkirina lîseyan de daxuyaniya ‘xwendekar di derbasbûna lîseyê de dikarin dibistanên bixwazin tercih bikin’ dabû. Seroka 3’emîn Şaxa Egîtîm Senê Ayfer Koçak der barê mijarê de axivî û got: “Li Kagithaneya ku 440 hezar nifûsa wê heye tenê du dibistanên lîseya anadoluyê hene. Wê li van lîseyan kîjan xwendekar bên bicihkirin. Wê ev xwendekar bi ku de biçin?”
Li Tirkiyeyê ku ji 6 mehan carekê perwegala perwerdeyê tê guherÎn tê guhertin, ev guherîn herî dawî di TEOG’ê de hatibû kirin. Wezîrê Perwerdê Îsmet Yilmaz diyar kir ku li şûna TEOG’ê ‘Pergala bicihkirina mahalî an jî ji yên dixwazin re pergala ezmûnê’ anîne. Îsmet hinek xalên der baê guherînde aşkera kir û got xwendekar dibistanên ku dixwazin dikarin tercih bikin. Seroka 3’emîn Şaxa Egîtîm Senê ya Stenbolê Ayfer Koçak der barê mijarê de axivî û wiha got: “Zarokên tu kesî dibistanên ku nexwazin wê neçinê. Şansê wan ê neçinê tune ye. Ji ber di hejmara dibistanan de guhertinên cidî hatin jiyîn.”
Ayfer ya li herêma Kagithane berpirs bû û derbarê dibistanan de lêkolîn kiriye, got berovajî îfadeyên Îsmet, wan xwe gîhandiye daneyên cuda. Ayferê wiha got: “Li Kagithaneyê li gorî daneyên 2016’an de 440 hezar kes dijîn. Niha ev hejmar zêde jî bûye. Hejmara dibistanên lîseya Anadolu jî dudu ne. 7 lîseyên îmam hatîp hene. 4 heb lîseyên îmam hatîp yên zarokên keç in. 7 lîseyên pîşeyî ne. Dibistaneke ku perwerda çiraxan dide jî heye. Li hember vê tabloyê çûyîna xwendekaran a lîseya anadoluyê gelek kêm e.”
‘Ne li gorî daxwazê li gorî puan bû’
Ayferê ji dema TEOG’ê jî mînak da û got: “Di dema ku xwendekar li gorî puan dihatin bicihkirin her kes dizane ku kes li gorî daxwazê nediçû dibistanan. Ji ber di dema TEOG’ê de li gorî puan dihatin bicihkirin. Dema puan nedigirt malbatan zarok dişandin dibistanên pîşeyî, îmam hatîp an jî yên taybet.”
‘Wê ev xwendekar bi ku de biçin?’
Ayferê bi lêv kir ku di vê rewşê de wê du lîseyên anadoluyê yên Kagithaneyê têrî kê bike û got: “Wezîr dibêje, wê xwendekar biçin dibistanên dixwazin. Lê wê bişînin ku derê van xwendekaran? Wê dibistanên nû çêbikin? Dibistanên nû jî hema wisa nayên çêkirin.”
Ayferê daxuyakirin ku der barê guherînên di pergala perwerdê de peywirek mezin dikeve ser malbatan û got civak jî herî kêm bi qasî malbatan ji vê rewşê berpirse.








