Destîna Kobanê: Hêza jinê dê têkoşînê bilindtir bike

  • 09:02 23 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN - Fermandara YPJ'ê Destîna Kobanê di derbarê sala 2017'an de nirxandin kir û wiha got:"Jinên Kurd li dijî hemû êrîşên hovane serî hildan û dev ji têkoşîna xwe bernedan." 
 
Fermandara Yekîneya Parastina Gel (YPJ) li Efrînê  sala 2017'an nirxand û diyar kir ku ligel hemû êrîş, zext û zordariyan Gelê Kurd serî netewand û hêza xwe bilintir kir. 
 
Fermandara YPJ'ê Destîna Kobanê derbarê sala 2017'an de nêrînên xwe wiha anî ziman : "Di sala 2017'an de gelek bûyerên girîng qewimîn, di nava van bûyerên girîng de YPJ'ê roleke sereke û girîng lîst. Hem ji warê leşkerî hem jî ji warê siyasî me hewl da ku em serkeftinên girîng bi dest bixin û li gel azadiya jinên kurd ji bo azadiya hemû jinan têbikoşin."
 
'YPJ'ê li Reqayê  desthilatdarî hilweşand'
 
Destîna Kobanê  axaftina xwe  wiha domand: "YPJ'ê li Reqayê  pergala desthilatdar  a hovane hilweşand û di warê têkoşîna li dijî terorê bû mînak. Her wiha  YPJ'ê di hemleya Minbic û Dêrazorê de jî roleke girîng lîst. Çeteyen DAÎŞ'ê ku digotin em ê bibin xwediyê her tiştî û zilm û zordarî dikirin bi saya YPJ'ê bi berxwedaneke dîrokî têk çûn."
 
'Ku jin bibin yek dê tu kes nikaribe, hêza jinê têk bibe' 
 
Destîna Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya jinê û wiha domand:" Li dijî hemû zilm û zordariyan ku jin bibin yek dê tu kes nikaribe, hêza jinê têk bibe. Pergala desthilatdar jin her dem wekî belengaz, reben û neçar nîşan daye lê di xwezaya xwe de jin xwedî vîneke bêhempa ye. Jinan heta a niha li dijî hemû cureyên êrîşan şer kir û rûmeta xwe parast. Di sala 2017'an de mohra xwe li binê serkeftinên giranbiha xist."
 
'Bila kesek hêza Jinên Kurd biçûk nebîne'
 
Destîna Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em weke YPJ'ê çawa ku me di Rojava û Sûriyeyê de çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî heta dawîyê şer bikin û bi ser bikevin. Bila kesek hêza Jinên Kurd biçûk nebine. Em zarokên wî gelîn e, ji bo gelê xwe em ê heta dawîyê tekoşînê bimeşînin. Sala 2017'an çawa bû sala têkçûyina DAÎŞ'ê wê sala 2018'an jî ji bibe têkçûyina dewleta Tirk a dagirker. Di dawiyê de jî ez dibêjim ku hemû jinên ku dixwazin di rêya azadiyê de bimeşin bila tevlî nav refên YPJ'ê bibin."