Li Kolana Yukselê roa 409'emîn
- 15:51 22 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê di roja 409’an de berdewam kir. Polîsan mudaxileyê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” kir û 5 karker binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 289’an de berdewam kir. Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 409’an de dom kir û polîsan cardin mudaxileyê karkeran kirin. Polîsên derdora Bîrdariya Mafê Mirovan ku bi mertalan girtin, destûr nedan ku çalakvan li wir daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û pankart vekirin. Polîsan pankart çirandin û çalakvan asteng kirin.
Polîsên mudaxileyî çalakvanan kirin, 5 kedkar binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, sîwarî wesayîtan kirin û ji kolanê dûr kirin.








