Nesrîn Ebdullah: Şêwra netewî ji bo parastina nirxên jinê gaveke dîrokî ye
- 14:44 22 Kanûn 2017
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah di Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd de axivî û wiha got: " Jinên di çeperên şer de têkoşînê dikin, armanca wan ne tenê parastina jinên kurd e, ew ji bo hemû jinan têdikoşin."
Di Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd de ku li navenda çand û hûner a dicleyê ya bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê pêk hat, berdevka Hêzên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah wiha got:" Ev şêwir cihê bilindikirina tekoşîna jina ku dikare sîstema demokratîk û civakeka azad bide avakirin e .
Nesrîn Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Bi hezar salane ku jin tekoşînê dike. Ji bo civakek azad xebat bi pêşengtiya jinê tê avakirin. Dijminên ku di nava çar parçeyên Kurdistanê de sînor daniye dê nikaribin di navbera rihê Kurdan de ew sînorana ava bikin."
Nesrînê bal kişand ser êrîşên Şengalê û wiha got:"Armanca êrîşa li ser Şengalê ew bû ku nirxên jinê yên pîroz tune bihesibînin lê dîsa jin neket û hêza xwe ava kir. Ji jinên Şengalê re em soz didin ku em ê tevahî jinan azad bikin. Jinên Kurd li ser esasên demokrasiyê û wekheviyê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê têkoşîna xwe li dar xisti ye. Li dijî terorê sekînî ne. "
Nesrînê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Di vê rewşa ku em niha tê de dijîn lidarxistina vê Kongreyê gaveke dîrokî ye, ji bo rêxistinkirin û qezenckirina serkeftinên mezin gavên cidî ji bo yekîtiya kurdan pêwist e. Ev erka jina kurd e ku rola herî mezin bilîze. Em ê hewl bidin ku mafê hemû jinan biparêzin."
Şêwir bi xwendina rapora kar û xebatên jinan ên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê didome. Her wiha dê nîqaşkirin li ser vê raporê were kirin .








