Yekemîn Şêwira Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd dest pê kir

  • 13:08 22 Kanûn 2017
  • Rojane
DÊRIK - Di bin dirûşma " Yekîtiya jinên kurd misogeriya yekitiya netewa  kurd e " Yekemîn Şêwira Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir .
 
Li navenda Çand û Hûnerê ya Dicleyê ya bajarê Dêrikê herêma Cizîrê Yekemîn Şêwira Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşma " Yekîtiya Jinên kurd Misogeriya Yekîtiya netewa kurd e"  dest pê kir. Şêwir bi tevlîbûna 210 delegeyên jin ji yên ji Bakurê Sûriyeyê, Şam, Şêz Meqsûdê her wiha şandeyek ji 16'e kesan ji Başûrê Kurdistanê pêk hat. 
 
Yekemîn Şêwira Jinên Rojava ji bo 3' emîn Kongra Netewî ya Jinên Kurdistanê hat lidarxistin. Cihê  şêwirê bi panqartên wekî" bi berxwedana  jinên Rojava ber bi yekîtiya  neteweyî ve " , " ji bo yekîtiya netewî jin pêşeng e ", "yekitiya jinên kurd misogeriya jina azad e"  hat xemlandin. Şêwir bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir . Axaftina destpêkê ji hêla endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Asiya Abdullah hat kirin, Asiya wiha got" Ji bo pêşeroja azad û demokratîk tekoşîneke  bê sînor hatiya meşandin,  hemû êrîşên roja îro tê meşandin dê bi hêz û yekîtiya jinê vala derkevin.  Bila her kes bizani be ku bi siyaseta Enqereyê  kurdan nikarin tune bikin. Her wiha em berxwedêrin ku zindanan de jî têdikoşin slav dikin."  
 
Asiyayê axaftina xwe wiha domand:"Îro têkoşîna Gelê Kurd di asteke bilind de ye. Ji bo xurtkirina yekîtî û azadiyê ev şêwira girîng e. Jin îro li Rojava bi awayekî birêxistinkirî têkoşîna xwe berdewam dikin. Hemû jin divê werin ba hev û têkoşîna xwe xwirtir bikin." 
 
Şêwir bi peyama KCK'ê dewam dike, dê şêwir heta êvarî dewam bike.