TJA li dijî zextan li ser piyan e
- 09:46 22 Kanûn 2017
- Rojane
Berîtan Canozer
STENBOL - Gulîstan Aydin zextên li hemberî TJA’yê nirxandin û got ev zext girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Li dijî hemû polîtîkayên girtin û binçavkirinê em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê li qadan ‘jin, jiyana azadî’ berdewam bikin.
AKp û serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi gotinên xwe her tim jinan hedef digirin û bi polîtîkayên xwe şîdeta li ser jinê jî zêde dibin. TJA'yê li dijî van polîtîkayan têdikoşe, berxwedan û gotinên xwe didomîne. Aktîvîsta TJA’yê ya Stenbolê Gulîstan Aydin der barê zextên li ser TJA’yê de nirxandin kir.
‘AKP hemû çekan li dijî me bikar tîne’
Gulîstanê destnîşan kir ku ji hemû êrîşên li hemberî jinê AKP berpirse û got: “AKP li dijî jinên li ber xwe didin û têdikoşin dijminahiyê mezin dike. Em vê ji kîn û nefreta li dijî gelê kurd cuda nagirin. Dijminahiya jinê ji vir de mezin dike. Rastiya gelê kurd ya perspektîfên jinê esas digire heye. Rastiyeke rêberê gelê kurd ya îdeolojiya jinê pêş xistiye heye. Ji ber vê wek dijmin derdikevin pêş jinê.”
Li diîjî pergala mêr berxwedan
Gulîstanê bi lêv kir ku aktîfbûna têkoşîna 40 salî ya jinê ji aliyê her kesî ve tê dîtin û di têkoşîna azadiya kurd de jinê têkoşîn da. Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana jinê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr tûj û xurt bû. Li dijî zîhniyetek wisa têkoşîn dîroka têkoşîneke cudaye. Jinên Kurd wê her tim dîrokê bi pênûsên xwe binîse. Jinan ti carî modela mêr û dewletê qebûl nekir. Mêr di ti mijarê de der barê jiyana jinê de nekare bibe xwedî gotin û jinbi tena serê xwe îradeye. TJA bi salane têkoşîna xwe dimeşîne. Ji vir şûnde jî em ê wisa têkoşîna xwe bimeşînin. Ji ber dewlet rêxistina jinê naxwaze bi hemû zextan asteng dike. endam û xebatkarên me tên girtin. Dixwazin têkoşîna jinê bişikînin. Lê emê her tim ala têkoşînê bibin her derê. Emê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li her qadê biqîrin.”








