Ji çavê kedkaran doza Reza Zarraf: Tu saltanat ne bêdawî ye
- 09:45 22 Kanûn 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Fatma Yildirim ku ji karê xwe hatiye îxrackirin derbarê bertîl û nelirêtiya bi îfadeyên Reza Zarrab ku li DYA’yê wek şahid axivî, hat rojevê de axivî. Fatmayê bi lêv kir ku kesên bi cemaetê re hevkarî kirine ‘dirû’ tevdigerin’ û wiha got: “Tu karê me bi cemaatê tune. Ancax karê wan pê hebe.
Bêguman wê ev saltanatan bi dawî bibe.”
Fatma Yildirim a bi KHK’ê di 7’ê Sibata 2017’an de ji pîşeyê xwe yê mamostetiyê ku 7 sal û nîv bû dikir, hat îxrackirin, wek kedkarekî derbarê doza Reza Zarraf de nirxandin kir.
‘Ev 44 hefteye em li qadan e’
Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê kirin derfet û hemû muxalîf bi FETO’yê re têkiliya wan danî û îxrackirin. Me ew polîtîkaya tecrîdê qebûl nekir. Ev 44 hefteye em li qada ne. Em xwe vedibêjin. Em bi hev re dikevin piştevaniyê. Ev ji bo me gelek baş e.”
‘Roj bê ew ê hesab bidin’
Fatmayê derbarê îdiayên bertîl û nelirêtiyê ya bi doza Reza Zarraf re hatiye rojevê jî wiha got: “Ji xwe desthilatdariyek ligel kedkaran tunebû. Desthilatdariyeke li ser polîtîkayên talanê hatibû avakirin heye. Em vê dizanin. Em îtîraz dikin. Ew di nav luksê de jiyan, qesr çêkirin, lê me mahkumî birçîbûnê dikin. Dema wisa be hêrsa me jî tê texmînkirin. Roj bê wê li ber qanûnan hesab bidin.”
Fatmayê bi lêv kir ku ew di çarçoveya operasyona FETO’yê de hatine îxrackirin û diyar kir ku wan her tim gotiye; Ew li dij darbe, cemaat û têkiliyê cemaetê ne.
Fatmayê di dawiyê de destnîşan kir ku ‘Bêguman ev saltanat ne bêdawî ye, wê ew jî bi dawî bibe’.








