‘Bi perspektîfên jinan yekitiya neteweyî pêkan e’
- 09:10 22 Kanûn 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN - Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdîstanê(KNK) xebatên li ser yekitiya çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Endama PM'a HDP'ê Nîlgun Salmaner li ser yekitiya neteweyî nirxandin kir û got ku bi perspektif û nêrîna jinên azad yekitî pêkan e.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîn û nirxandinên li ser yekitiya li her çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Xebatên ji bo yekitiya neteweyî bi pêşengiya nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxisinên civakî yên Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdîstanê bi şêwir û civînan berdewam dike.
Girîngiya perspektîfên jinan
Endama PM'a HDP'ê Nîlgun Salmaner derbarê yekitiya neteweyî de nirxandin kir. Nîlgûnê diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke perçe bike û bi rê ve re tê derbaskirin û got ku pêwîst e gelên Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin yekitiya neteweyî û wiha axivi;”Li Rojava bi şoreşa jinan jiyaneke nû hate afirandin. Pêwîst e Rojhilata Navîn jî bi prensîb û hêmanên jinan ji nû ve bê dîzaynkirin. Pêdivî pê heye ku jin mîna her şoreşên cîhanê, pêşengiya yekitiya netewî jî bikin. Bêguman yekitiya neteweyî jî bi nêrîna jinan û tevgera jinên azad pêkan e."
'Hêza yekitiya neteweyî girîng e'
Nîlgûnê di dawiyê de bal kişand ser helwesta Barzanî û got ku Barzanî jî dît ku hêza yekitiya neteweyî xurtir e û wiha pê de çû;” Gava ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir hêza yekitiya neteweyî derket holê. Lê Barzanî xweseriya parçeyekî bes dibîne. Di vê pêvajoyê de bêguman pêwîst e yekitiya gelan hebe. Ji ber ku rê û rêbazên pêvajoyê her roj diguherin. Bi yekitî û vîneke xurt em dikarin nexşeya mafên gelan xêz bikîn. Pêşeroja hemû gelan girêdayî hev e. Ji ber wê jî dibe em bi baldarî nêzî yekitiya neteweyî bibin. "








