‘Bi perspektîfên jinan yekitiya neteweyî pêkan e’

  • 09:10 22 Kanûn 2017
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
WAN - Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdîstanê(KNK) xebatên li ser yekitiya çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Endama PM'a HDP'ê Nîlgun Salmaner li ser yekitiya neteweyî nirxandin kir û got ku bi perspektif û nêrîna jinên azad yekitî pêkan e. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  civîn û nirxandinên li ser yekitiya li  her çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Xebatên  ji bo yekitiya neteweyî bi  pêşengiya  nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxisinên civakî yên Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdîstanê bi şêwir û civînan  berdewam dike. 
 
Girîngiya perspektîfên jinan
 
Endama PM'a HDP'ê Nîlgun Salmaner derbarê yekitiya neteweyî de nirxandin kir. Nîlgûnê diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn di  pêvajoyeke  perçe bike û bi rê ve re tê derbaskirin  û got ku pêwîst e gelên Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin yekitiya neteweyî û wiha axivi;”Li Rojava bi şoreşa jinan jiyaneke nû hate afirandin. Pêwîst e Rojhilata Navîn jî bi prensîb û hêmanên  jinan  ji nû ve bê dîzaynkirin. Pêdivî pê heye ku jin mîna her şoreşên cîhanê, pêşengiya  yekitiya netewî jî  bikin. Bêguman yekitiya neteweyî jî bi nêrîna jinan û tevgera jinên azad pêkan e."
 
'Hêza yekitiya neteweyî girîng e' 
 
Nîlgûnê di dawiyê de bal kişand ser helwesta Barzanî  û got ku Barzanî jî dît ku hêza yekitiya neteweyî xurtir e û wiha pê de çû;” Gava ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir hêza yekitiya neteweyî derket holê. Lê Barzanî xweseriya parçeyekî bes dibîne. Di vê pêvajoyê de bêguman pêwîst e yekitiya gelan hebe. Ji ber ku rê û rêbazên pêvajoyê her roj diguherin. Bi yekitî û vîneke xurt em dikarin nexşeya mafên gelan xêz bikîn. Pêşeroja hemû gelan girêdayî hev e. Ji ber wê jî dibe em bi baldarî nêzî yekitiya neteweyî bibin. "