ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 22 Kanûn 2017
- Rojev
*Li Bajarê Serêkaniyê dayika Xezal Salih tevî temenê xwe yê 60 salî ew bi keda xwe debara mala xwe dike û ji bo siberojeke ronî hêviya xwe qet wenda nake.
* Rêvebira Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Cebo xebatên xwe yên sala 2017'an nirxand û hatina sala 2018'an pîroz kir.
* Berdevka KPC-D'ê Eyhan Yûnis kar û xebatên ku li Til Temirê û gundewarên wê hatiye kirin nirxand û wiha got:"Xizmeta ji bo gel û jinê hêviya siberojê geştir dike."
*Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdîstanê(KNK) xebatên li ser yekitiya çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Endama PM'a HDP'ê Nîlgun Salmaner li ser yekitiya neteweyî nirxandin kir û got ku bi perspektif û nêrîna jinên azad yekitî pêkan e. BI DÎMEN
*Parêzer Gazal Koluman êrîşên îstîsmara zayendî yên li hember zarokan nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûneke li alî mexduran tune. Gazalê bi lêv kir ku piştî îstîsmarê zarok bi travmayê re rû bi rû tên hiştin û got: "Dewlet berpirsyariya xwe nayne cih û zarok wê ji aliyê dewletê jî bên îstîsmarkirin."
*Gulîstan Aydin zextên li hemberî TJA’yê nirxand û got ev zext girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Li dijî hemû polîtîkayên girtin û binçavkirinê em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê li qadan ‘jin, jiyana azadî’ berdewam bikin. BI DÎMEN
*Fatma Yildirim ku ji karê xwe hatiye îxrackirin derbarê bertîl û nelirêtiya bi îfadeyên Reza Zarrab ku li DYA’yê wek şahid axivî, hat rojevê de axivî. Fatmayê bi lêv kir ku kesên bi cemaetê re hevkarî kirine ‘dirû’ tevdigerin’ û wiha got: “Tu karê me bi cemaatê tune. Ancax karê wan pê hebe. BI DÎMEN
*Endama DBP MYK’ê Meryem Yildiz derbarê biryara destpêkirina lêpirsîna ku wezareta karê hundir derbarê qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê hatine kirin, de axivî û got: “Hesabê malê li sûkê nehat. Polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê vala derket.” BI DÎMEN
*Tiştên Mala Hunerê ya Hermel Cafe ji kafeyên din cuda ye. Ya girîng taybetmendiya ku didin çand û hunerê ye. Bahar Bozkurt diyar kir ku hewl didin xweşikbûna alternatîf li çanda kafeyê zêde bikin û got kesên dixwazin sohbeteke germ a bi hunerê re tevlihev bûye, bikin bila bên serdana Hermel Cafeyê.
BI DÎMEN
*Rengîn Kardelen a ku ji ber zext û zordariyan neçar maye ku welatê xwe terk bike behsa têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir. Rengînê wiha got: “Dema ku ez li Amedê hatim dinyayê malbata min bi min re tirkî diaxivîn. Ji ber vê min kurdî nizanîbû. Piştî ku min di çapemeniyê de cihê xwe girt min ji xwe re got ez ê kurdiya xwe pêş bixim û pirtûkek bi kurdî binivîsim. Soza ku min dabû xwe min bi cih anî.” BI DÎMEN








