Serlêdana hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 16:57 21 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalan a bi muwekîlê wan re cara 715’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Mazlum Dînç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana daxwaza hevdîtina ya parêzeran bi hinceta sînorkirina danîne ser hikûmxwaran hat redkirin.
Bi vê biryara astengkirinê re hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bu cara 715 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.








