Wekîla HDP'ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê birin meclisê
- 15:48 21 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk a ku 246 roj e di girtîgehê de ye, bi pêşnûmeyekê pirsgirêkên xebatkarên Girtîgeha Jinan ên Sîncê bi pêşnûmepirsekê ji meclisê re şandin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê û endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Burcu Çelîk a ku demek dirêj e li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, bi pêşnûmepirsekê pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên gardiyanên li girtîgehê bir meclisê. Burcu pirsgirêkên ku personelê înfazê li girtîgehan pêre rû bi rû dimînin, ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî û aşkera kir ku gardiyanên li girtîgehê dixebitin, di warê fîzîkî û derûnî de karekî zehmet dikin, xwest dema xebatê û aboriya memûran bê başkirin.








