Li Şirnexê dorpêça AKP'ê

  • 15:37 21 Kanûn 2017
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji bo Serokmarê tirk Tayyîp Erdogan ê ku wê ji bo kongreya partiya xwe AKP bê Şirnexê bajarê Şirnexê hat dorpêçkirin.
 
Ji bo serokmarê tirk Tayîp Erdogan ku wê ji bo 6'emîn Kongreya Awarte ya partiya xwe AKP roja şemiyê bê Şirnexê kontrola ewlehiyê derket lutkeyê. Qeyûmê şaredariya Cizîrê jî li ser ê hemû rêyan pankartên li ser "Gelê Çizîrê spasdarê we ye" daliqandin.  Her wiha li Cizîr û Şirnexê jî hin rê hatin girtin.
 
Welatiyên Cizîrê yên ku li dijî hatina serokomarê tirk a Şirnexê û daliqandina bîlbordan bertek nîşan dan û  gotin: "AKP'ya ji sedî 10 deng ji Cizîrê stendiye kîjan gel spasdarê wê ye?"