'Xweparastin mafekî rewa ye'

  • 14:43 21 Kanûn 2017
  • Rojane
Hewler Şahîn
 
ŞENGAL - YJŞ'ê  li ser girîngiya xweparastinê li navenda TAJÊ  civîn li dar xist.
 
Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ)  li ser girîngiya xweparastinê li navenda Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ  civîn li dar xist.
 
Endama YJŞ'ê Têkoşîn Hêlîn li navenda TAJÊ a Serdeşt'ê diyar kir ku xweparastin mafekî rewa ye û wiha got: " Pêdiviya Jinên Êzidî her dem bi xweparastinê heye loma gerek em hêza vê xweparastinê mezin  bikin. Ku ji berê de xweparastinek bi hêz heba dê fermana dawiyê ya li ser Êzidiyan hat kirin, çê neba. Gerek em xwe û dîroka xwe jî nas bikin wekî ku Rêber Apo dibêje:"Gelek, dema ku xwe û dîroka xwe nas neke xwe nikare biparêze." Bixwenaskirinê hêza civakî û leşkerî tê avakirin."
 
Herî dawî Hêlînê ji bo pêşî li êrîşan bê girtin û pêşeroja civakek azad bang li hemû Jinên Êzidî kir ku bibin yek û xwe biparêzin.