Parêzerên Abdullah Ocalan cara 715'an serlêdan kirin

  • 12:28 21 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 715'emîn serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Mazlum Dînç, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgerê Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve cara 715'emîne ku parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin.
 
Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011’an vir ve 714 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Hewa xirab e", “Keştî xirabe  ye”, “Keştî nehatiye temîrkirin” û “OHAL heye" hatin redkirin.