Piştevaniya Mor banga konferansê dike: Ji hatina cem hev wêdetir çare nîne
- 09:58 21 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Endamên Piştevaniya Mor bi dirûşmeya ‘Ya azadî ya azadî’ di 23-24’ê Qanûnê de yekem car konferanseke ku hemû Tirkiyeyê dihundirîne, wê pêk bîne. Endamên Piştevaniya Mor got: “Ji bo ji vê dema tarî bê derketin, ji bo em têkoşîna jiyanê bidin divê jin êdî bên cem hev û ji bilî vê çare nîne.”
Piştevaniya Mor bi dirûşmeya ‘ya azadî ya azadî’ yekem car ‘Konferansa Jinê ya Tirkiyeyê’ pêk tîne. Konferans di 23’ê Qanûnê de li Navenda Çanda Bajar a Nazîm Hîkmet a li Şîşliyê û di 24’ê Qanûnê de jî li Mala Dildar a Acibadem Kozyatagi wê pêk bîne. Di roja ewil a konferansê de wê ‘Kursiya Mor’ ya her jin dikare mafê gotinê bigire wê bê avakirin. Di roja duyem de jî wê bi gelek sernavan rûniştin pêk bê. Endamên Piştevaniya Mor derbarê amadekariyên konferansê de axivîn.
Endama Piştevaniya Mor Arzu Kuçuk diyar kir ku serdestiya mêr a zext û şîdetê li jinan dike bi dawî nebûye û got: “Li ser van axan jiyanek wekhev ji bo jinan tu car ne hêsan bû. Lê bi taybet piştî OHAL’ê di qada sermayeyê de jî krîzên cidî hene. Ji bo ji vê krîzê derkevin, polîtîkayên li ser jinan bi teşe dibin hene. Di heman demê de jî krîzeke mêrtiyê heye. Ev fatureya krîzê jî li jinan tê birîn.”
Bi enerjiya ku jinê afirandiya em diçin konferansê
Arzuyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku mafê jinan ên jiyanê jî di bin êrîşê de ye û kuştinên jinan êdî gihiştiye astek bi xof û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ligel êrîş û polîtîkayên hikûmetê dest ji berxwedanê bernadin. Kes cesaret nake ku derkeve derve. Di dema OHAL û zextê de bi hezaran jin li qada bûn. Em bi enerjiya jinan afirandiye em diçin konferansê.”
‘Ji bilî hilweşandina pergalê wekî din rê tune’
Cemîle Toprak jî sedema tercîhkirina dirûşmeya ‘an azadî an azadî’ wiha vegot: “ Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de zext û şîdeta li ser jiyana jinan zêdetir em hîs dikin. Bi taybet di sala dawî de bi bandora îslama siyasî polîtîkayên cidî yên dijminê jinê tên meşandin. Em jin êdî ji bo jiyanê têdikoşin. Ji bilî hilweşandina vê pergalê wekî din çare tune. Ji ber vê me got an azadî an azadî.”
Cemîleyê ji bo konferansa wê du rojan pêk bê gelek rêxistinên jinan, aktîvîst û parlamenter hatine vexwendîkirin û konferans ji 6 runiştinan pêk tê. Her wiha diyar kir ku ji bo ji her alî jin tevlî konferansê bibin xebatek mezin meşandine.








