Derbarê qetilkirina jinan de çima daneya îstatîstîkî tune?

  • 09:57 21 Kanûn 2017
  • Rojane

STENBOL - Ji platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku li gorî Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze avêtiye, divê Tirkiye derbarê qetilkirina jinan de daneyên îstatîstîkê bigire. Esînê got ligel vê Wezareta Dadê û Wezareta Malbatê daneyan nagire û got: “Tevî ku me bi dehan carî serlêdan kiriye, bersiv nayê dayîn. Em ji vir fêm dikin ku dane nayên girtin.” 

Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin parêzer Esîn Yeşîlirmak bal kişand ser daneyên îstatîstîka qetilkirina jinan û destnîşan kir ku wezareta dadê û wezareta malbatê neçar in van daneyan bigire û welatên ku îmze avêtine peymana Stenbolê neçar in van daneyan bigirin.
 
Ji bo serlêdanan bersiv tune
 
Esînê daxuyakirin ku ji ber vê sedemê Tirkiye peymana Stenbolê binpê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek saziyên civaka sivîl dixwazin van daneyan aşkera bikin. Tevî me bi dehan carî serlêdan kiriye jî bersiv ji bo daxwaza me nayê dayîn. Ji ber vê em fêm dikin ku daneyên derbarê qetilkirina jinan de nayên girtin.”
 
Yenî Akîtê rapor berovajî kir
 
Esînê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Lê wek tê zanîn ev dane gelek girîng in. Bi saya vê mezinbûna pirsgirêkê wê derkeve holê. Carna dane tên berovajî kirin. Rojnameya Yenî Akîtê  daneyên KDCP’ê bi gotinên dijminê jinê berovajî kiriye.  Rojnameya ku Qanûna Parastina Hejmar 6284’an hedef girtiye, rapora ku KDCP’ê  amade kiriye beşek wê weşand.”
 
Esînê di dawiyê de bang  kir ku divê rayedar li gorî Peymana Stenbolê tev bigerin û divê her sal raporê amade bikin.