Qeyûmê Qoserê Navenda Çand û Hunerê ya Alî Temel girt

  • 13:18 19 Kanûn 2017
  • Rojane
MARDÎN - Qeyûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaşi, Navenda Çan û Hunerê ya ku ji bo bîranîna hunermendê kurd Alî Temel hatibû vekirin girt.
 
Qayûmê Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê Ahmet Odabaşi, Navenda Çand û Hunerê ya Alî Temel girt. Navenda di hundirê Parqa Mehmet Sîncar a li taxa Tepebaşiyê  de dimîne 22 Tirmeha 2013’an ji aliyê Şaredariya Qoserê ya DBP’î ve hatibû vekirin û her sal perwerdehiya gîtar, tembûr, şano, wêne, keman, erbane û folklorê dihat dayîn. Li ser girtina navendê perwerdehî ji bi dawî bûn. Derbarê ji nû ve vekirina navendê de agahiyek zelal nehat bidesxistin.
 
Alî Temel kî ye?
 
Alî Temel di sala 1981'an de hate girtin û xistin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê "Rozerîn" derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Alî temel yê ku demekê jî li serwîsa çandê ya Rojnameya Ozgur Ulkeyê jî xebitî, bi sitrana xwe ya "Şitla Azadî" ku ji bo  Ferhat Kurtaya Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik ku di zindanên Amedê de bedana xwe dan be agir û Zekiye Alkan a li bircên Amedê bedena xwe da ber agir nivîsandî di hişê mirovanb de cih  girt. Alî Temel yê ku tevli PKK'ê bû di 13'ê Tîrmeha 1994'an de di pevçûneke ku li Şemraxa mêrdînê derket de piştî birîndar bû bombeya li ser xwe teqand û dawî li jiyana we anî.