Xebatên Şaredariyên Rojava yên ji bo gel didome
- 12:58 19 Kanûn 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Gelê gundên Eyn El-Ebd daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê kirin û şaredariya gel jî soza çareserkirinê da. Li Rojava xebatên şaredariyan ên ji bo gel didome.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek gund û bajar ji aliyê hêzên êrîşkar ve hatin hilweşandin û xetên avê, ceyran û gelek binesazî hatin qutkirin. Şaredariyên Rojava jî ji bo ji kêmasiyên gel re bibin bersiv xebatên xwe berdewam dikin.
Gundê Eyn El-Ebd yek ji gundên girêdayî Bajarê Til Temirê ye ku dikeve ser rêya Qamişloyê û li vî gundî jî pirsgirêka avê heye. Ev gund nêzî 5'sal in ku xetên wan ên avê ji aliyê êrîşkaran ve hatine betalkirin. Niha gundî bi giştî zehmetiya vê yekê dikişîne. Şaredariyên Rojava ji bo pirsgirêka ava vî gundî çareser bike jî dixebitin.
Esma Ehmed a ku li gund dijî pirsgirêka avê wiha tîne ziman:"Rewşa ava gund pir xirab e. Li gund di gelek malan de bîr tune ye. Di zivistanê de heta ku ava şêrîn jî nayê peydakirin. Ger ku were peydakirin jî pir kêm e. Lê ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe şaredarî hewl didin."
Hevseroka Komîna gund Xîtam Mihemed li ser aloziya ava gund wiha axivî: "Bi destpêkirina êrîşên ser herêmê hêzên tarî û faşîst êrîşî gundan kir, hemû xetên avê şikandin. Ev yek bû sedem ku îro ewqas gel bê av bimîne û astengiyê bikşîne. Me jî wekî hevserokên komînê ji şaredariya gel daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê kir. Şaredarî ji bo pirsgirêkên gel çareser bike hewl dide."
Hevserokê beşa avê yê Şaredariya Bajarê Tiltemirê Xalid Mihemed jî di derbarê daxwazên gel de wiha got."Me di sala 2017'an de hinek xetên ava gundan nû kir. Projeya nûkirina Xeta Avê ya gundên Um el-Kêf, Bab el-Xêr, Mişêfa, Çarxereya me pêk anî. Projeyên me yên 2018'an jî ev in ku em xetên av ê yê gundê Eyn el-Ebd, Micêbra û Esfûriyê nû bikin û projeya bîran jî bi cih bînin."








