Dîcle Muftuoglu: Wê me ji karê me nekin
- 09:11 19 Kanûn 2017
- Rojane
Şehrîban Aslan-Duygu Cînîvîz
AMED - Derbarê Midûra Karên Nisîvê ya DÎHA’yê ku bi KHK’ê hat girtin Dîcle Muftuoglu de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dîcleyê diyar kir ku îdianame îdianameyek absurte û got di alî wan de ti nirxa vê dozê tune ye û anî ziman ku wê wê nikaribin wan ji karê wan dûr bixin.
Kesê bi navê Huseyîn Adalan yê li Erzînganê rudinişt der barê Ajansa Nûçeyan DÎHA’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin de ji ber nûçeyên hatine weşandin di 2015’an de serlêdana sûc kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya derbarê lêpirsînê de temam kir. Îdianame ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û der barê Serokê Lijneya Rêveberiyê Zekeriya Guzupek û Midûra Karên Nivîsê ya DÎHA’yê Dîcle Muftguoglu de 20 nûçe hincet hatin nîşandan û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ kriine ji 7 salan heta 15 salan daxwaza cezayê girtîgehê hat kirin.
Dîcle Muftioglu diyar kir ku DÎHA xwedî paşerojeke 14 salaen e û di vê pêvajoyê de faliyetên weşanê yên serkeftî meşandine. Dîcleyê got ku ajans di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hatiye girtin û got sedema girtina DÎHA’yê ev bû ku her tim rastî dida nîşandan.
Dîcleyê ev tişt anî ziman: “Îdianame îdianameyeke absurte. Di dema qedexeyên derketina derve de nedixwestin rastî bên dîtin. NY û heyetên navneteweyî dixwestin rastiyan bizanibin. NY’ê di rojên borî de raporek aşkera kir. Qedexe wek hovîtî bi nav kir. Nûçegîhaniya me jî di vê nokteyê de li cihekî girîng cih digirt.”
Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li cem wan ti nirxa vê dozê tine ye û got wê ti tişt wan ji karê wan dûr nexe.
Yekemîn runiştina dozê di 22’ê Adara 2018’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.








