‘Wesayîtên zirxî veguherîn pirsgirêka ewlehiyê’

  • 09:05 19 Kanûn 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Sekretera Giştî ya TTB’ê ya Mêrdînê Derya Etem diyar kir ku di pêvajoya dawî de wesayîtê zirxî veguherîne alavên qetilkirinê û got wesayîtên zirxî veguheriye pirsgirêka ewlehiyê.
 
Li Kurdistanê di du salên dawîn de wesayîtên zirxî bûn sedema kuştin û birîdarkirina bi dehan kesî û her wiha kolanan hîna jî dagir dikin.  Ji 2008’an heta niha piranî jê zarok 25 kes ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin qetilkirin û 12 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Piştî qetilkirinan piranî lêpirsîn jî bi tahliye an jî bêşopandinê bi encam bûn û hinek kesên ku bûn sedema jiyana mirovan jî qet nehatin darizandin. Herî dawî di 19’ê Mijdarê de li Mêrdînê jina bi navê Fatma Nur Dursun dema rê derbas dikir, wesayîta zirxî lê ket û bi giranî birîndar bû. Sekretera Giştî ya yekitiya Tabîbên Tirk a Mêrdînê Derya Etem diyar kir ku bikaranîna wesayîtên zirxî ya li bajarên Kurdistanê veguheriye pirsgirêka tenduristiyê ya gel û  divê wesayîtên zirxî li qadên ku gel dijîn neyên bikaranîn.
 
'Herî zêde zarok tên kuştin'
 
Deryayê bi lêv kir ku di pêvajoya dawî de li Kurdistanê qezayên wesayîtên zirxî zêde bûne û wiha pê de çû: “Di du salên dawîn de gelek mirin di encama vê de hatin jiyîn. Herî zêde jî zarok di van qezayan de tên kuştin.  Qezayên panzerê ji qezayên munferît derketine.”
 
‘Divê lîmîta leza diyarkirî hebe’
 
Deryayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku  bûyerên lêketina wesayîtên zirxî ne qeza ne, pirsgirêka ewlehî û tenduristiya gel e û ev tişt anî ziman: “Mirov mirov nikare van bûyeran wek qezaya trafîkê binirxîne. Ev ne wesayîtên normal in. Wesayîtên zirxî divê ji bo parastina gel bên bi kar anîn. Ji ber vê divê lîmîta leza wan diyar be.  Divê nebin sedema kuştin û birîndarkirinan.”