Zarokê ku wesayita polîsan lêda bi giranî birîndar bû
- 14:52 18 Kanûn 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Li Hezexê wesayiteke sivîlan ku ji aliyê polîsan ve dihat bikaranîn, li zarokê 4 salî Umît O. da. Hat diyarkirin ku zarok bi giranî hat birîndarkirin xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.
Li navçeya Hezex ya Şirnexê duh berê nîvro wesayiteke sivîlan ya ku ji aliyê polîsan ve dihat bikaranîn li zarokê 4 salî Umît O. yê ku li ber deriyê mala xwe dilîst da. Umît di bin wesayitê de ma û bi giranî birîndar bû. Umît ê ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Piştî mudaxeleya tibî ku lê hat kirin Umît sewkî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin û berê êvarê jî ew sewkî nexweşxaneyek li Êlihê ya taybet kirin.
Umît ê ku ew girtin bin dermankirinê xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.








