Malbatên pakrewanan tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin

  • 14:42 18 Kanûn 2017
  • Rojane
TIL TEMIR- Malbatên pakrewanan ên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxuyaniyek hevpar derbarê rewşa Abdullah Ocalan de dan raya giştî. 
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê malbatên pakrewanan yên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê daxuyaniyeke hevpar derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dan raya gitşî. Daxuyanî ji aliyê Çinar Yûsif dayîka pakrewan Bahoz Çinar Yusuf ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Çinar Yûsif ve hate xwendin de wiha hate gotin: "Banga me ji bo raya giştî û dezgehên mafên mirovan e. Di demke ku du li ser fikrên cûda ku guherînekê ji tevahî mirovahiyê re bi xwe re bînin, dixebitin de,  DAÎŞ' û hevkarên wê ji bo ku civaka pêşve diçe vegerîn rewşa berê şer dan destpêkirin. Ji vî şerê ku hat destpêkirin herî zêde jinan zerar dît û mafên wan ê rewa ji destên wan hat girtin.  Lê tevî her tiştî jin niha civakê bi rengekî xweş ji nû ve dide avakirin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişadnin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: " Armanca tecrîda ku  li ser Rêber Apo tê meşandin ew e ku civakê ji fikir û felsfeya Rêber Apo qut bike. Em ê wekî jin têkoşîna xwe dewam bikin heta ku em  Rêberê xwe azad bikin. Ji bo metirsiya li ser jiyana Rêber Apo jî em dezgehên mafên mirovan berpirsiyar dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî jina azad" û "bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" bidawî bû.