Mêran du jin qetil kirin
- 14:19 18 Kanûn 2017
- Rojane
ÎZMÎR/EDENE - Serê sibehê di bûyerên ku pêk hatin de li Îzmîr û Edeneyê jin ji aliyê kesên herî zêde nîzî xwe ve hatin qetilkirin. Li Bornovayê mêrê bi navê Gurnan O Zulal Tutuncu qetil kir, li Edeneyê jî Îsmaîl Ari Sîbel Kiliçli qetil kir.
Li Bornovaya Îzmîrê xwendekarê zanîngehê Gunhan O. hevala xwe Zulal Tutuncu qetil kir. Tîmên tendirustiyê û polîsên ku hatin malê li malê cenazeyê Zulalê dîtin. Cenazeyê Zulal ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî ya Îzmîrê û Gunhan O. jî hat binçavkirin
Li Edeneyê jî di bûyera ku serê sibehê qewimî de Sîbel Kiliçli ya ku ya ku bi keça xwe re dijiya, ji aliyê mêrê bi navê Îsmaîl Kiliçli ve hat qetilkirin.
Îsmaîl ê ku ji cihê bûyerê reviya hat diyarkirin ku ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.








