Ji bo malbatên şehîdan civîn hat lidarxistin!

  • 13:32 18 Kanûn 2017
  • Rojane
TIL TEMIR-  Ji bo amadekariya Konferansa Malbatê Şehîdan ku wê bê lidarixistin Kongreya Star li Bajarê Tiltemirê yê girêdayê Kantona Hesekê civîn ji malabatên şehidan re li darxsit. 
 
Saziya Mlabatên Şehîdan amadekariya Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan dikin û ji bo vê beriya konferansê civîn li dar xist. Di civînê de kar û xebata Saziya Mlabatê Şehîdan hat nirxandin û di cîvînê de nêrîn û pêşniyarên derbarê Saziya Malbatên şehîdan de hatin nirxandin. Di civîna ku li Saziya Malbatên Şehîdna hat lidarxistin de hevjin û dayikên şehîdan amade bûn. Hevseroka Meclisa Damezrîner ya  Federaliya Demokratîk ya Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsiv wekî axaftvan tevli civînê bû. Civîn bi 
 
Di civîn bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin de  Gulîxan Tahîr ya Cîgira Rêveberiya Kongreya Star û hevjîna şehîd Abdullah perspekfên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan xwendin.Di perspektifan de îsrara berxwedan û têkoşînê û xwedî derketina li hêvî û xeyalên şehîdan, hatibû nivîsandin.
 
Hevseroka Meclisa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsiv axivî û wiha got: "Îro em bi saya xwîna şehîdan li welatekî aramî dijîn. Her buhustek axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Divê ku îro em xwedî li xelayên şehîdan derkevin û pêk bînin. Ev jî  bi avakirina Sûriyeke demokratîk û rêxistinkirî daku bibe nimûne ji civakan re pêkan e." 
 
Xwedî derketina li şehîdan rizgarkirina civakê ye'
 
Hediye  wiha axatina xwe domand: "Çima  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser ket? Ji ber ku ew gele ku herî zilm û zordarî ji Rêjîma Basê dîtiye û nehiştiye ku bi dengê xwe tevli jiyanê bibe. Ji ber wê yeke jî ew bûne xwediyê pîvana azadiya gelan. Keç û xortên Rojavayê Kurdistanê ji bo rizgarkirina gelê xwe û hemû neteweyan barê şoreşê dan ser milên xwe û gotin 'Em şoreşgerin em ê axa xwe û gelê xwe rizgar bikin û biparêzin. Ji ber vê yekê îro xwedîderketina li nirxên şehîdan rêxistinkirin û rizgarkirina civakê ye."
 
Piştî axaftinan malbatên şehîdan pêşinyar û projeyên xwe ji bo pêşerojê ku di konferansê de bên nîqaşkirin û biryar were girtin anîn ziman.
 
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.
 
Herwiha Konferansa Malbatên Şehîdan (SMŞ) dê di demên pêş de were lidarxistin.