Li Nexweşxaneyya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê serbijîşk tune ye!

  • 13:11 18 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê saleke Serbijîşk tune ye û hat aşkerekirin ku erka serbijk kesên wekî wekîl tên tayînkirin rêve dibin.
 
Hat aşkerakirin ku li Nexwşxaneya Perwrde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê a li Amedê salek e serbijîşk tune ye. Kesên ku ji vê rewşa nexwşxaneyê bi bandar dibin jî herî zêde jinên ducanî û zarokên nexweş ku tînin nexweşxaneyê ne. Ji aliyekî din ve jî hat diyarkirin ku raporên nexweşan nayên îmzekirin û yên ku tên îmzekirin jî îmzekirina wan bi rojan berdewam dike.
 
Paqij û xizmeta ji bo nexweşan tê astengkirin
 
Li nexweşxaneya ku pirsgirêka amûrên paqijiyê jî tê jiyîn û hat aşkerakirin ku ji ber vê rewşa neyînî di navbera nexweş û personelên nexweşxaneyê de niqaş tên kirin. Herwiha biryarên ku ji aliyê nexweşxaneyê ve tên dayîn jî ji ber ku serbijîşk tune ye carna bi mehan tên rawestandin û ji aliyê kesên ku wekî wekîl tên erkdarkirin ve tên kontrolkirin û îmzekirin. 
 
2 sal in îhaleya kantînê nayê kirin
 
Ji aliyekî din ve jî hat diyarkirin ku  li nexweşxaneya dûrî navenda bajêr e du sal in îhaleya kantînê nayê kirin û xizmên nexweşan ji mecbûrî  xwarin û vexwarina xwe ji derve tînin.
 
Ji bo ku em van îdayan bipirsin Em ji Muduryeta Tendirustiyê ya Amedê li bijîşk Saît Avar geriyan. Saît wiha got: "Gotina ku serbijîşk li nexweşxaneyê tune ye ne rast e.  Ji meha hezîranê de bijîşkên ku wekaleten karê serbijîşk dikin hene û wê vê hefteyê jî serbijîşkê ku ji bo nexweşxaneyê hatiye tayînkirin dest bi erka xwe bike."