Li gorî TCK’ê ensest ne sûce

  • 09:06 18 Kanûn 2017
  • Rojane
Duygu Erol
 
ENQERE-Li gorî lêkolînên hatine kirin  ji her 10 kesî 4 kes li Tirkiyeyê mexdurên ensestê ne û  ji bo pêşî li ensestê bê girtin jî cezayek tune ye.
 
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF),  di 2014’an de bi ‘Projeya Atlasa Ensestê ya Tirkiyeyê’ li 56 bajarî der barê ensestê de lêkolîn kiriye û dema lêkolîn dimeşand malpera wan hat hack kirin û ji ber vê nikaribûn encamên lêkolînê aşkera bike. Piştre daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya ensestê ji sedî 40 e û got ji her 10 kesî 4 mexdurên ensestê ne. Li Tirkiyeya ku nûçeyên der barê raporê de jî kirin hinceta lînçê  di sê salên derbas bûyî de tablo neguherî.  Rojnameger Melîs Alphan ya mijar anî rojevê rastî lînçê hat. Seroka TKDF’ê Canan Gullu der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Cananê diyar kir ku ensest her cureyê şîdet û tevgera sîstematîk ya fîzîkî û ne fîzîkî ya li dijî ciwan û zarokan ya ji bo hişyarkirina zayendî hatiye kirine ye û got koma temen ya lêkolîn kirine jî zarokên di bin temenê 18’yî de ne.
 
‘Divê xebatên hişyarkirinê bên kirin’
 
Cananê destnîşan kir ku der barê ensestê de xebatên têr yên agahdarkirin û hişyarîkirin nayên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mamosteyên ku kesên ewil yên bûyerê fêm dikin bên erkdarkirin, dîsa hekîmên malbatê bên agahdarkirin, divê xetên telefonê yên zarok bikaribin bibînin û îstîsmarê ragihinin, li bajaran li panoyan bên nişandan.  Divê ji pêşdibistanê bigire heta astên din di mufredata pewerdeyê de xebatên hişyarkirin bên kirin.  Ev tiştên min gotiye divê dewlet bike. divê her wiha saziyên civaka sîvîl, rêveberiyên herêmî jî vê xebatê bimeşînin. Divê navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin.”
 
Cananê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mexdurên ensesê cara duyem ji aliyê çapemeniyê ve tên mexdurkirin.