Efrînê dê serî netewî ne!
- 10:32 17 Kanûn 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Meclîsa Zagonsaz a Bajarê Tiltemirê Hayîstan Xelef derbarê êrişên li ser Herêma Efrînê de wiha got:" Efrîn axa me ye, xwedîliderketandina li axa xwe rûmeteke giranbiha ye."
Di demên dawî de Dewleta Tirk liv û tevgerên xwe yên li ser sînorê di navbera Herêma Efrînê û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşker û çekan ve zêde dikin. Tê payîn ku Dewleta Tirk herêm û gundewarên Efrînê topbaran dike. Di encama van êrîşanan de hinek kes birîndar bûn, hinek kesan jî jiyana xwe ji dest dan
Têkildarî vê mijarê Endama Meclîsa Zagonsaz a Bajarê Tiltemirê Hayîstan Xelef êrîşên li ser Efrînê û armanca wê nirxand.
Hayîstanê derbarê êrîşên li ser herêma Efrînê de anî ziman ku li dijî êrîşan dê tu caran serî netewînin û wiha got:"Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kîna dewleta tirk û dîktatoriya wê ya li hember Rojavayê Kurdistanê û gelê wê yê berxwedêr zêde bû. Dewleta Tirk projeya Netewa-Demokratîk li dijî berjewendiyên xwe dibîne."
Hayîstanê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Her ku projeya netewa-demoktarîk li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriyeyê pêk tê, ev yek ji dijminê gelê herêmê re li ber berjewendiyên wan dibin asteng. Tevî ku 40 mîlyon kurd li Bakûrê Kurdistanê dijîn jî, dewleta Tirk tu mafan nade gelê kurd û êrişên xwe yên dijwar jî li ser Efrînê didomîne."
'Hêviyên Dewleta Tirk li Kobanê hat şikandin'
Hayîstanê diyar kir ku hêzên Dewleta Tirk dixwestin ku YPG'ê têk bibin û wiha domand:"Hêzên QSD'ê û gelê Rojavayê Kurdistanê bi îradeyeke azad şer dikin û azadiyê pêk tînin. Di Kobanê de têkçûyina DAÎŞ'ê destpêka şikandina hêviyên Tirkiyeyê bû. Ciwanên ku sînor şikandin û bi rihekî azad û bi dilekî germ berê xwe dan Kobanê bejna xwe tu caran li dijî êrîşan netewandin û dê netewînin."
'Armanca Dewleta Tirk têkbirina Rojavayê Kurdistanê ye'
Hayîstanê di axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrîşa dewleta tirk û wiha pê de çû: "Di van demên dawiyê de Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê zêde dike lê şervanên YPG/YPJ' Hêzên erka xweparastinê û gelê Efrînê ku bi axa xwe ve girêdayî ne, êrîşan bê bersiv nahêlin. Dewleta Tirk dixwaze tola xwe ji Efrînê hilîne. Armanca dewleta tirk têkbirina Rojavayê Kurdistanê ye. Lê Efrîn dê serî netewî ne."
'Kurdistanî Efrînê bi tenê nahêlin'
Hayîstanê anî ziman ku wê gelê Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê Efrînê bi tenê nehêlin û wiha axaftina xwe domand: " Tirkiye bi êrîşên li ser Efrînê dixwaze politikaya xwe ya ku bûye sedema aloziyên mezin veşêre. Çimkî dewleta tirk hem di hundur de hem jî di derve de têk çûye."
'Ya ku hêza me mezin dike yekîtiya Gelê Kurd e'
Hayîstanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê dê bi hêza yekîtiya xwe dijmin têk bibin û dê her bi ser bikevin."








