‘Redkirina Kurdistanê tê wateya redkirina Kurdan’

  • 09:18 17 Kanûn 2017
  • Rojane
WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi hinceta di hevdîtinên butçeyê yên Meclîsê de gotiye ‘Kurdistan’  12 hezar lîra pere ceza lê hat birîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan derbarê nîqaşan de  diyar kir ku redkirina Kurdistanê tê wateya redkirina Kurdan. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi hinceta di hevdîtinên butçeyê yên Meclîsê de gotiye ‘Kurdistan’  12 hezar lîra pere ceza lê hat birîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan bertek nîşanî nêzîkatiya nîjadperest ya li dijî bikaranîna gotina Kurdistanê da û got kesên gotina Kurdistan qedexe dikin nikarin rastiya Kurdistanê tine bihesibînin.
 
Bedîayê wiha got: “ Dîrokê berovajî dikin û gel qerfên xwe dikin. Bi hevkariya AKP û MHK’ê li dijî dîrokê bê rêzdarî tê kirin.  li dijî gelê kurd bêrêzdarî tê kirin. Kurdistan navê welatekî ye.”
 
‘Erdogan bixwe digot Kurdistan’
 
Bedîayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Di salên 90’î de di sala 2013’an de Tayîp Erdogan bixwe gelek caran têgeha Kurdistan bikaraniye.  Osman Baydemîr ji ber got Kurdistan rastî nêzîkatiyên nîjadperest hat. Di wateya van qedexeyan tune ye. Yên gotina Kurdistanê qedexe dikin, gelê Kurd jî tune dihesibînin. Ev polîtîkayeke. Em vê feraseta nexweş qebûl nakin.”