Jinên Aşûrî kolan û malên xwe ji bo rojbûna Hz. Îsa dixemilînin

  • 17:49 16 Kanûn 2017
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Jinên Aşûrî yên Bajarê Tiltemirê ya Kantona Hesekê bi boneya nêzîkbûna Rojbûna Hz. Îsa kolan û malên xwe dixemilînin.  
 
Jinên Aşûrî yên Bajarê Tiltemirê ya Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi boneya nêzîkbûna Rojbûna Hz. Îsa ku dikeve sersala nû kolan, mal û daran dixemlînin. Derbarê vê mijarê de jina bi navê Meryem Birîxa Diyar Rojbûna Hz. Îsa pîroz kir û wiha got: "Di her dawiya salê de bi boneya nêzîkbûna rojbûna Hz. Îsa em weke gelê Aşûrî mal, dar û kolanên xwe dixemilînin. "
 
Meryemê wiha berdewam kir: "Niha jî em dar û mala xwe dixemlînin û em pir kêfxweş in ku ev roj nêzîk bûye. Niha me dest bi xemilandina daran kiriye. Stêrka ku em datînin ser serê darê nîşana şewqa ku ji şikefta Hz. Îsa derketiye  ye. Her wiha şaxê darê nîşana Hz. Îsa ye.  
 
Meryemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez weke jineke Aşûrî hemû pêkhateyan bi boneya Rojbûna Hz. Îsa pîroz dikim. Ez vê cejinê li hemû pêkhateyan pîroz dikim. Ji ber ku em cudatiyê naxin navbera cejnan û hemû gel ji bo me wek hev in. Em hemû di bajarekî de dijîn. Hêviya min a ji vê salê  ev e ku hêvî û aştî li hemû rojava û Bakurê Sûriyê belav bibe.