Li Kobanê şahiya hilbijartinê bê navber didome!

  • 17:36 16 Kanûn 2017
  • Rojane
KOBANÊ - Bi boneya serkeftina Lîsteya Netewa-Demokratîk a hilbjartinên Meclîsên Herêmî li Beldeya Bilikê ya Kobanê şahiya pîrozbahiyê hat lidarxistin. 
 
Bi boneya serkefina hilbjartinên meclîsên Herêmî  û bi serkeftina lîsteya Netewa-Demokratîk şahî tên lidarxistin. Li Beldeya Bilik a Navçeya Çelebiyê bi tevlîbûna dehan kesên ji navçeyê, bi xemilandina wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM`ê şahiyek ji bo serkeftina hilbjartinên meclîsên herêmî hat lidarxistin. 
 
Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bîranîna berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê listeya demokratîk Leyla Ehmed serkeftina hilbijartinê li hemû gel pîroz kir û diyar kir ku ev cara yekemîne ku gelê kurd di dîrokê de dengê xwe dide xwe. "Ew jî bi fikir û felsefeya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Dê gele kurd her bi ser bikevin."