Li Girkêlegê dibistana 'Şehîd Canfeda Rojava' hat vekirin
- 17:25 16 Kanûn 2017
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li gundê Girkefika dibistana 'Şehîd Canfeda' bi şahiyeyekê hat vekirin.
Li gundê Girkefika yê girêdayî Girkêlegê ji bo zarokên gund, ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve û bi tevlîbûna gelek kesan dibistana 'Şehîd Canfeda Rojava' hat vekirin. Canfeda Rojava (Bêrîvan Murad) di 24'ê Tîrmeha 2013'an de li Bajarokê Çilaxayê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqîneke çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Li çeperên şer de li ber xwe dida û parastina axa xwe dikir.
Kurdeleya vekirina dibistanê ji aliyê xwişka Canfeda Rojava, Amîna Murad ve hat birîn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Rêvebira Komîteya Civaka Demokratîk a li Girkêlegê Sîma Brahîm jî diyar kir ku nifşên nû dê hînî felsefeya azadiyê bibin û wiha got: "Heta dawiyê em ê soz bidin ku em ê bi pênûsa xwe şehîdên xwe bi bîr bînin. Em bejna xwe li ber keda şehîdên xwe ditewînin."
Piştre Koma Zarokan a dibastana 'Şehîd Canfeda Rojava'stranên gelêrî gotin.
Her wiha şanoyek ku li ser bûyera 'Şehîd Canfeda Rojava' hatibû amadekirin hat lîstin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.








