Ji Qada Şemiyê serîhildanek: Di zimanê Uzeyîr de stranek bû, tu gihaşt dapîra xwe?
- 15:20 16 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 664'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Uzeyîr Kurt pirsîn. Kurê Uzeyir Kurt Faruk Kurt, di çalakiyê de nameya ku ji dapira xwe jiyana xwe ji dest daye re nivîsand û got: "Dapîrê tu gihaşt bavê min?"
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne" her hefte tê li darxistin di hefteya 664'an de berdewam kir. Dayikan di çalakiyê de dîsa pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne?" vekir û qurnefîl û çarikên sipî danîn ser pankartan. Dayikan wêneyên windayan hembêz kirin û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan vê hefteyê aqûbat Uzeyîr Kurt ê di 24'ê 1993'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
'Dapîrê tu gihaşt bavê min?'
Di çalakiyê de nameya kurê Uzeyîr Kurt Faruk Kurt hat xwendin. Nameya Faruk Kurd a ji bavê xwe re şand wiha ye: "Îro bi hezaran kîlometre dûrî Qada Galatasarayê bang li bavê xwe dikim. Ez bêrîkirin û hezkirina te di dilê xwe de dijîm. Tu lehengê fikr û xeyalê min e. Anîna te ya ser ziman li ser kaxizê nayê ziman. Bi hezaran zarok hestiyê bavê wan bê xwedî hatin hiştin. Ez tenê yek ji wan im. Çîrokên wan nîvco hatin hiştin. Wekî min gelek zarok hene. Ez dixwazim ken û xeyalên zarokan neyên çilmisandin.
Dayika min dapîra min a berxwedêr Koçerî. Te bi ruhê xwe yê nemir mîrateya têkoşînê ji me re hişt. Tu ji ser zimanê min nakeve. Ji xeyalên min nakeve. Navê bavê min Uzeyîr wekî straneke li ser zimanê te bû. Hezkirin, bêrîkirina te ya Uzeyîr her dem jindar bû. Hezkirina te her dem di qêrîn û awazên te de xuya dibûn. Dapîrê tu gihişt bavê min?"
'Ez dê her dem hesab bipirsim'
Hevsera Fehmî Tosun Hanım Tosun jî anî ziman ku di sala 96'an de bi dayika Koçeri Kurt a li kurê xwe digeriya li qadê hev nas kirin û wiha got: "Dayika Koçeri Kurt qet dest ji têkoşînê bernedida.
'Ez dê heta dawî têkoşîna te berdewam bikim'
Vê hefteye daxuyanî Biraziya Hasan Ocak a di bin çavan de hat windakirin Dilcan Acer xwend. Dilcanê, anî ziman ku ji ber Tirkye erk û berpirsiyariya xwe pêk neanî kesên di bin çavan de hatin windakirin. Uzeyîr Kurt bavê 7 zarokan bû. Di 24'ê mijdara 1993'an de ji aliyê leşkerên di fermandariya Serbaz Îzzet Cural de hat binçavkirin û piştre di bin çavan de hat windakirin. Uzeyîr li mala xizmên xwe hat binçavkirin. Di operasyonê de 2 rojan ji aliyê leşkeran ve li gund hat rawestandin. Di 25'ê mijdara 1993'an de dayika Koçerî Kurt çakek û gore bir ji kurê xwe Uzeyîr re. Koçeri Kurt, di 30'ê mijdara 1993'an de ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe serî li Serdozgerê Komarê ya Bismilê Ridvan Yıldırım da. Dîsa di heman rojê de serî li Fermandariya Cendirmeyan da. Di 11'ê Gulana 1994'an de parêzerên ÎHD'ê dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."








