Nûsazkirinên Paramiliter di lêgerîna 'zagonî' de ne
- 09:38 16 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê li qadan ji bo çekdarbûyina takekesî bang kir, di bin navên komelan de avakirina "Ak Ocaklar","Tevgera Gel a Seferberî ya Osmaniyan" bal kişand.
"Pêvajoya çareseriyê" ya ku ji bo çareserkirina demokratîk ya pirsgirêka Kurd, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, piştî AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an bi ser neket, bi bombekirina Qadên Parastina Medyayê bi dawî bû. Piştî vê yekê qirkirina siyasî dest pê kir. Piştî gotina darbeya 15'ê Tîrmehê Tevgera Taybet a Gel (HOH) ya paramiliter li Kızılaya Enqereyê komele vekir û dest bi xebatên rêxistinbûyinê kir.
Piştî 15'ê Tîrmehê bûn komele
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan 15'ê Tîrmehê wekî hincet nîşan da û 'Seferberiya netewî' îlan kir û piştre li bajarê Kurdistanê yên paramiliter di bin navê "Ak Ocaklar û Tevgera Gel a Seferberiya Osmaniyan" ketin lêgerîna 'bingeha rewa'.
Li bajarên Kurdistanê şûbe û nûnerî
Li Şirnex, Colemêrg û li Amedê nûnertiya wan heye.








