Jin li şûna trambusên bi rengê helesorê hatiye boyaxkirin tedbîrên mayînde dixwazin
- 09:06 16 Kanûn 2017
- Rojane
Gulîstan Azak
MELETÎ - Trabmusên li Meletiyê bi boyaxa helesor hat boyaxkirin û ji bo jinan ket meriyetê rastî bertekên jinan tên. Jinên Meletiyê diyar kirin ku ev pêkanîn ne tecrîda li ser mêrên tacîzkar in, hilberîna feraseta ku jinan tecrîd dike ye.
Di 2012’an de Baskên Jinan a Partiya Saadetê ya Stenboê kampanyaya ‘ji bo jinan otubusên pembe’ anîn rojevê û li dijî bertekan neket faaliyetê û di Adara 2015’an de li Rihayê ket meriyetê. Piştî vê li Sêwasê di bin navê ‘teqsiya şîrik’ hat xwestin bikin faaliyetê. Li Bursayê jî hat xwestin jinan hepsê ‘vagonên şîrik’ bikin û Şareariya AKP’ê ya Meletiyê jî pêkanîna trambusa şîrik kir dewrê.
Trambusên şîrik ku bi îdiaya xwendekarên jin ên zanîngeha Înonu ji tacîzê xilas bikin seferê wê dane destpêkirin, rojê 8 caran seferê dikin. Trambusên ku ev 4 meh in di faliyetê de ne, me ji xwendekarên jin ên Zanîngeha Înonu pirsî.
Xwendekara Îlahiyatê Kubra Pedemîr (20) derbarê mijarê de wiha got: “Em hemû dizanin ku eleqeya tacîza di wesayîtên veguhestina komî de bi cil û berg, temen û bi makyajê tuneye. Ji aliyê şaredariyên AKP’ê ji bo jin bên tecrîdkirin ev tên kirin. Di rojên borî de xwendekara Zanîngeha Mersînê Zelal Topçul ji wesayîta veguhestina komî hat derxistin û revandin. Li ber çavên her kesî ji aliyê du mêran ve hat revandin. Kesên bûn şahidê bûyerê nikaribûn ku tiştekî bikin. Vê jî carek din ev nîşanî me da ku zîhniyeta serdest a mêr ne tenê di wesayîtan de, li her derê dertê pêşberî me.”
‘Ne tacîzkar, yên rastî tacîzê tên tecrîd dikin’
Xwendekara bi navê Rojda Dalbaş a 23 salî jî bi lêv kir ku ew pêkanînek wisa ya di bin navê ‘parastinê’ de qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê re ne kesên tacîz dikin, kesên rastî tacîzê tên, tên tecrîdkirin. Trambusa şîrik tenê du heb in û heta 5’ê êvarê sînor kirine û ev jî nêrîna zayendperest a şaredariyê nîşan dide.”
‘Em li trambusa şîrik siwar nabin’
Xwendekara Hiqûqê Ebru Vanli jî ev tişt anî ziman: “Bêguman divê jin wê trambusên şîrik ên hilberîna serdest a mêran qebûl nekin. Ya girîng ne boyaxkirina teqsiya ne. Ya girîng jinan bi civakê bidin qezenckirinê. Jinê wek meta dibînin. Em jî dibêjin em vê pêkanînê qebûl nakin û li trambusên şîrik siwar nabin.
Heval Sencî ya xwendekara Felsefeyê ye destnîşan kir ku bi polîtîkayên ku jinên li dijî tacîzê bêparastin dihêlin dixwazin ji her qada jiyanê qut bikin û got wê ew li her qadê hebûna xwe biparêzin.
Salkim Serîbaş a 19 salî jî bi lêv kir ku armanca vê pêkanînê ji parastinê wêdetir, jinan wê zêdetir rastî êrîşa bîne.








