ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 16 Kanûn 2017
  • Rojev
*Jinên bajarê Serêkaniyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:" Li tu derê cîhanê mînaka tecrîda bi vî rengî tuneye, divê demildest ev pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin."
 
*Trabmusên li Meletiyê bi boyaxa  penbe hat boyaxkirin û ji bo jinan ket meriyetê rastî bertekên jinan tên. Jinên Meletiyê diyar kirin ku ev pêkanîn ne tecrîda li ser mêrên tacîzkar in, hilberîna feraseta ku jinan tecrîd dike ye. BI DÎMEN
 
*Endama DBP PM’ê Halîde Turkoglu bal kişand ser pirsgirêka di siyasetê de nebûna jinan û diyar kir ku DBP’ê li navend û navçeya kongre pêk aniye ketiye pêvajoyek nû ya rêxistinbûnê û banga siyasetê ya di DBP’ê de kir. BI DÎMEN
 
*Jinên Musliman ev sê sal in di Bloga Reçel de nivîsên cuda dinivîsin û cudahiyê diafirînin. Me jî bi edîtora blogê Rumeysa Çamderelî re hinek reçel pijirand. Tehma derket holê jî ‘em pêşdarazan bişikîne’ ye. BI DÎMEN
 
*Xana Pîlavoglu ya li Keleha Enqereyê ye, van rojan ji atolyê veguhestinê bigire heta atolyeyên hunerê, heta atolyeyên çêkirin û hilberînên organîk ji gelek hilberînan re malovaniyê dike. Her wiha di atolyeyên ku jin hilberînên keda destan dike jî kirkyama ya veguhestina herî kevne dikin. BI DÎMEN
 
*Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê li qadan ji bo çekdarbûyina takekesî bang kir, di bin navên komelan de avakirina "Ak Ocaklar","Tevgera Gel a Seferberî ya Osmaniyan" bal kişand.