Li girtîgeha Xerpêtê greva birçîbûnê berdewam dike

  • 13:23 15 Kanûn 2017
  • Rojane
XERPÊT - Li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê greva biçîbûnê ya ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan hat destpêkirin di roja 45'emîn de berdewam dike û di 8'ê kanûnê de 4  girtiyên din tevli grevbûn.
 
Li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê, girtiyên jin di 1'ê Mijdarê de li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan dest bi grev birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kiribûn.  Derbarê greva ku 45 roj in berdewam dike de Emîne Erkan û Medîne Fîdan, di nameya ku şandin de rewşa  dawî ya li girtîgehê vegotin.  Emîne û Medîne yên ku gotin  sal û nîvek e di girtîgehê de ne  rewşa xwe wiha vegotin: "Derbarê hevala Medîne de piştî bi sal û nîvekê dosyaya wê nû hat vekirin. Min jî di daneşîna doza xwe ya 7'emîn de 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê girt. Di pêvajoyek bi vî rengî de wekî hunermenda NÇM'ê cezayê ku li min hat birîn ez matmayî nehiştim. Ji dema ku ez hatime Girtîgeha Xerpêtê û virde ez bi cezayê dîsîplînê re rûbirû dimînim. Cezayê ragihandinê yê  5 mehan ku li min û li hevala Medîne hatibû birîn nûh qediya. Di vê demê de gelek hevalên me hatin sirgûnkirin."
 
'Em ji gelek mafan bêpar tên hiştin'
 
Girtiyên girtiyan derbarê cezayê li wan tê birîn de wiha gotin: "Niha em bi 3 meh cezayê hevdîtinê û û 5 meh yê ragihandinê re rûbirû ne. Ev cezayên ku di nava mehekê de li me hatine birîn in.  Em li vir tên tecrîtkirin. Ji ber ku em ferzkirina nasnameyê qebûl nakirin em bi cezayên revîr, parêzer û hrw. din re rûbirû dimînin."
 
'Potên me yên zivistanê nadin me'
 
Girtiyên ku diyarkirin 3 meh in binpêkiirnên mafan berdewam dikin ev tişt gotin: "Hevalên me ev 36 roj in di greva birçîbûnê de ne û tu gavên erênî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine avêtin. Tenê têkiliya me ya ragihandinê name ne. Lê ew jî ji ber cezayê ragihandinê ku li me tê birîn tê astengkirin. Em bi tu awayî nikarin xwe bigihînin heval û malbatên xwe.  Ji ber ku kargoyên ji me re tên nadin me potên me yên zivstanê ku ji me re hatibûn şandin negîhaştin me. Hewa sar e û ji ber ku potên me yên zivistanê nadin me em dicemidin. Ji ber vê rewşa me ya tenduristîyê ber bi xirabûnê ve diçe."
 
4 girtiyên din dest bi grevê kirin
 
 Herwiha di nameyê de hat aşkerakirin ku 4 girtiyên din di 8'ê kanûnê de dest bi grevê kirin. Navê hevalên ku ji 10 Mijdarê ve di gervê de ne wiha ne: Zeynep Yildirim, Dîlşat Şengul, Rozerîn Îldan, Salîha Cebe, Bahar Ulubag û Dîlan Barin e. Navê hevalên ku di 8'ê kanûnê de tevli grevê bûne jî wiha ne:  Medîne Fîdan, Ayten Kordu, Vesîle Paçal û Hêlîn Yapici ye.
 
Mektupta, 8 Aralıktan itibaren 4 tutsağın daha açlık grevine dahil olduğu da belirtildi. 10 Kasım'dan beri süresiz dönüşümsüz açlık grevinde olan tutsakların isimleri; Zeynep Yıldırım, Dilşat Şengül, Rozerin İldan, Saliha Cebe, Bahar Ulubağ ve Dilan Barin. 8 Aralık'ta dahil olan tutsakların isimleri ise; Medine Fidan, Ayten Kordu, Vesile Paçal ve Helin Yapıcıa ye.