Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 12:28 15 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên PKK'yî yên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bira Mehmet Ocalan û xwişk Fatma Ocalan, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji malbatên girtiyên PKK'yî Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş jî xwişka wî Sabîha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan ku biçin hevdîtina xizmên xwe.